1. di sîstemên linux de jixwe klavyeya kurdî sazkirî ye. |
|
31.05.2013 10:36 ~2020.03.12 18:02 |
simurg56
|
2. bernameya ku ji bo kesên kurdî dinivîsin jiyanê pir hesantir dike ye. |
|
07.07.2013 17:57 |
brusk56
|
3. ji bo sêvperest û bikarhênerên macê, nivîsandin hêsantir nake. |
|
10.07.2013 11:26 |
sîsîfos
|
4. (bnr: em ne naskiriyê nifşa apple in) * |
|
10.07.2013 11:33 |
simurg56
|
5. klavyeya ku dema tê sazkirin êdî nivîsandina bi tirkî zehet dibe.. ji ber hindê bi ya min heta ku kombersên klavyeya wan bi kurdî dernekevin destê xwe li tu tiştî nedin ji xwe bi çend tûşan mirov dikare di klavyeya tirkî de jî hemû karakterên kurdî binivîse.. ji bo nivîsandina tîpên bi kurdî yên wekê ê, î, û-yê divê mirov bi hev re yanî di heman demî de pê li bişkojên shift+3+tîpa ku li raserî şewqe an kum tê xwestin wekê a, e û u-yê bike.. |
|
12.07.2013 12:38 |
endazer
|
6. weke tê gotin nivîsandina bi tirkî zehmet nake. ji ber ku ger mirov kurterêya wê li panela alê rastê û xarê (system tray) zêde bike, wê demê bi tikandinekê dikare navbera klavyeyên kurdî û tirkî de biçe û were. |
|
12.07.2013 13:44 |
simurg56
|
7. Di google play de ji bo androidan programeke bi navê kurdish latin keyboard heye. Kêfa min jê hat. |
|
03.02.2014 12:13 |
biruya hayao miyazaki
|
8. klavyeya kurmancî hê tune ji ber vê di bendewariyê hatine çêkirine..xwezî rojekek ne pir dereng de dê were çêkirin.. |
|
14.06.2014 00:24 |
havka
|
9. berê weke klavyeya rastîn jî derketibû (ne weke bername); |
|
14.06.2014 10:34 |
simurg56
|
10. ya ku ez li ser kîjan kombersê rûnêm lê bar dikim. |
|
31.08.2014 00:14 |
brusk56
|
11. Ê dî ez jî xwedîye wî me. Nivîsa wî pîr hêsanî ye |
|
31.08.2014 09:29 |
quşxaneli
|
12. Ê dî ez jî xwedîye wî me. Nivîsa wî pîr hêsanî ye |
|
31.08.2014 09:29 |
quşxaneli
|
14. Biraya min teza wî ser kurdî bû, ji min re got teza mij tu yê binivîsî, nezî çil pela bû. Ji hewceyî min klavya kurdî lê geriyam. Nasina mina klavya kurdî jî wisa bû |
|
31.08.2014 21:48 |
argeşbotan
|
15. Dema komberseka min ya bi windowsê hebû, nameteka mezin bû. Xêra xwedê bû. pê pir rehet bûm. Min digot, hewceya klavyeya xelkê nakim. ji sala 2014an virdetir bi kombersa applei dinivîsim. mala min xera kir. dema bi kurdî dinivîsim, her car bi klavyeya îngilîzî xwe eciz dikim. "ş" ji cihek peyda dikim. tîpên bi kumik (ê, î, û) bi awayekî dirêj, bi pê lê kirina çend bişkokan, pêk tînim. vê tîpa "ş"yê heye ya, kezeba min reş kir. |
|
23.11.2019 00:09 |
mirovekirind
|
16. ji wextê min dest bi nivîsandina kurdî kiriye heya îro jî li ser telefonê klavyeya google bi kar tînim û pir jî bi dilê min e. |
|
03.06.2021 19:07 ~19:08 |
merwano
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |